Devera birwarî xodan cihêkî stratîjî ye, dikefte ser sinûrê bakurê Kurdistanê û pişta çiyayê Metînî, ev devere bi fêqî, keskatî, av û ciwaniya siruştî û rûbar û kaniyan navdar e, lewma zemîne heye bo jîngeheyek a biberhem û paqij. Hebûna pez û heywan û rêçalê wan, hebûna mêşên hingvinî û derametê hişk û ter navdar e. Ev devere bi ciwaniya siruştî û pêkhatiya xwe ya cografî ve yek e ji devêrên berhemdar û ciwan, ji pêkhatina siruştekî ciwan û hemerangiya berhemên xomalî. Lewma wek cihê pêkvejiyana Kurdên Bisirman û birayên Kiristiyan dihête nîasîn. Peywendiyên civakî têkelbûine, hebûna keskatiya devêrî û av û hewayê wê zemînek baş e bo girîngîpêdana kiştûkalî û geştugozariyê, devereke ji gelek cihên dîrokî pêkhatiye wekî; (Kela Baroxê, Kela Bêtenûrê, Kela Qumriyê û Hirûrê, Pira Bilbil, Dêra Şimaylê, Dêra Dûrê, Biyawerka, Şikeftên Mayê, Şikefta Babekra û...htd)
Ji layê stratîjî û grêdana vê deverê bo xortkirina abûra deverê dergeh ê Serzêrî û hatnuçûna digel sinûrên deverê hêzekî didete bizav û livîna abûrî, layenê geştugoariya siruştî ji kempink û cihên dîrokî. Çiya, rûybar û kan hemî pêkve rêxoşker in xelk qestbiketin vê deverê. Sêva birwarî yek ji navûdengitirîn berhemê xumalî ye li ser astê herima Kurdistanê, Îraqê û deverê. Xudan taybet mendiyeka cûdaye ji reng û tama wê û gelek curên sêva li vê deverê biberhemdiyin in. Vê deverê du şoreşên di nav xweda hembêzkirîn û gelek qorbanî yên pêşkêşî vê axê kirîn û ya parastî. Gelek rewşenbîr û hunermend di nava xweda hembêzkirîne, kesayetiyên jin û civakî bûyîne sumbolên deverê. Girîngî daye ser berhemên xomalî di qonaxên dijwarda xwe li ber hemî hêrş û dûrpêçên aborî û siyasî girtî, li ber kuçberî û hêrşên dagirkeran û dîsan jîyan lê vejiye ve.
Herçende ji layenê êmnahiyê ve gelek gund neşên karê xwe bi dirustî û bi aramî bikin, lê dîsan berdewam grêdana xelkê vê deverê bi ax û gund û siruştî ve heye û bihêz e. Evejî palderek e bo wê ku ev cure festivale hêz û moraleik bidete cotiyar û xelkê deverê, gavek e bo nîşadana rewşa cotiyar û berhemên vê deverê û xodan lêderketina van berheman bi salan ked li ser dihêtedan û li bazarî dibê bihane û çavdêriyeka zansitî û serdemane digel nahêtekirn. Di projên stratîjî yên vê deverêda wek tunêla Metinî grêdanek a ya deverê bi derve û çêbûna peywendiyên bazirganî û civakî di navbera deverên dî da û bilez geheştina berhemê deverê bo cihên dî taku deverên dî yên herêmî jî.
Hezirkirn li çêkirina kompaniya û komkirina berhemê deverê û mifa gihande bo xelkî û herêmê bi giştî digel wêjî xomalîkirina berhemê siruştî bo saxlemî û hêza fîzîkî ya mirov gelek girîng e. Ev festîvale dê bîte pirek a berdewam bo grêdana deverê û berhemên xomalî bo cihên dî û derveyî welatî. Lewma piştevvaniya dezgehên hukomî yên peywendîdar û dezgehên kertê taybet dê palderek bit bo berdewamîdan bi vê festîvalê û blindbûna astê berhemê xomalî li herêmî bi giştî. Nîşadana berhemên xomalî di vê festîvalêda, nîşadana hêz û dilsoziya cutiyar û xelkê vê deverê ye. Beşdarbûn û hebûna xelk, sazî û kesayetiyên deverên dî yên herêmê û Îraqê û derve nîasin û piştevvanî ye bo berdewamîdan bi van cure festîvalan li deverên cuda. Evejî cihê dilxoşî û serferaziya giştî Kursitaniyaye.
Behêzkirina bazarê sêva birwarî û berhemê xumalî û dabînkirina seqamgiriya aborî li deverê.
Bîroka encamdana festîvalekî li devera birwarî û girîngîdan bi sêvê ku navekî diyarê curekî sîvaye li deverê û li giştî Îraqê, dîsan bîroka danana festîvaleka geştuguarî bo geşepêdana livîna geştîyarî li deverê hebû, yan danana festîvaleka keltûr û hunêrî bo deverê, eve hemî dihatine baskirin di nav xelkî da. Ji ber vê çendê ji jimareka kesayêtî û xudan şîyana li deverê biyar da ku dest bi dan û standankirina bîroka encamdana festîvalekî li deverê bikin. Lewma biyarhatedan festîvala yekî 26-27-28.10.2023 li komegeha Birîfka li devera birwarî bihêtekin, herwesan ya duyî jî dê li jorên 10-11-12.10.2024 hatekin.
Li dûv şîret û raspardeên cenabê Serok Barzanî û pûytedana Serokatiaya herêmê û goreyî bernamê hukumeta herêma Kurdistanê bo geşekirina kertên çandnê û geştiyarî, par yekemîn vîstevalaberhemên xumalî li devera birwarî hate encamdan. Wek drêjepêdan bo wê siyaseta aborî û stratîjîyeta hekîmane ya Serok Barzanî û li dûv daxaza xelkî û dam û dezgehên fermî û medenî, me bi baştî zanî drêjîyê bi vê vîstevalê bideyn û bo van armancan: geşepêdana kertê çandnê û bazarkirina berhemên xumalî li astê navxo û ji derve.
1. Weberhênan û pêşvebirna projê geştiyarî li deverê.
2. Pûytêdan bi karên destî û projên biçûk yên çandnê û geşîyarî.
3. Xurkirina prên têkelîyên bazirgani û kulturî di navbera bakur û başur û hemî deverên Kurdistanê û Îraqê.
4. Gehandina xizmetguzariya bi rengekî baştir bo deverê.
5. Blindkirina astê kwalîtiya berhemî û hişyarkirina cutiyara bi rêkên serdem yên çandnê.
6. Handana xelkî bo avakirina gunda û piştevvaniya xuragiriya xelkê li wêrê dijît.
7. Avakirina senterek î berdewam yê bazarkirnê li deverê.
8. Rakêşana fokusa ragehandnê bi qewarek î frewan bo ser deverê.
9. Girîngîdan bi hemerangiya berhemên çandnê û karên destî û rengîniya berhemên xumalî yên deverê û Kurdistanî.